Bûyerpress
Tîma Dal Kurd ku revenda Kurdî ya li Swêdê berî 13 salan damezrand, duh Şemiyê piştî serkeftina xwe ya li hember tîma Cays, ji bo derceya yekê hat hildan.
Di werzê bê de ji lîga Swêdî, dê tîma Dal Kurd di nava tîmên derceya yekê ya lîga Swêdî de cihê xwe bigire û lîstikên xwe bike.
Tîma Dal Kurd, wekî ku psporên werzîşê dibêjin, bûye tîma niştimanî ya Kurdan li seranserî cîhanê.