Bûyerpress
Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Berzanî duh Şemiyê peyamek ji Perlemana Kurdistanê re nihart, biryar e ku îro ew peyam di rûniştina perlemanê de bê xwendin.
Li gorî ku hatiye zanîn, di peyamê de hatiye ku Berzanî naxwaze dema serokatiya wî bê dirêjkirin, lê ew ê wekî jêderke niştimanî karê xwe bike.
Di 2013’ê de, dema Serokatiya Serok Mes’ûd Berzanî li gorî yasayê qeduyabû, lê ji ber rewşa deverê û şerê li hember DAIŞê, dema wê serokatiyê dirêjkirin.