Bûyerpress
Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku Dergehê Sêmalka yê sînorî, ji bo rewşên mirovî û nexweşiyê dê vekirî be.
Di heman daxuyaniya ku duh Şemiyê hat belavkirin de, Desteya Hundirîn da zanîn ku kesên dixwazin vegerin Rojava jî, dê deriyê sînorî li ber wan vekirî be.
Di 26ê Cotmehê de, Rêveberiya Dergehê Sêmalka ya Kantona Cizîrê ragihandibû ku derî bi yek carê re hatiye girtin.