Bûyerpress
Duh Şemiyê û di demjimêrên berêvarê de, çekdarên rêxistina DAIŞê êrîşeke mezin bir ser her du gundên Nemliye û Cenê yê gundewarê Dêra Zorê.
Her du gundên Nemliye û Cenê ku ji çend rojan ve li jêr kontrola Hêzên Sûryaya Demoqratîk in, çekdarên DAIŞê êrîşî her du gundan kir û ji aliyê xwe ve HSDê jî bersiv da.
Li gorî zanyariyan, ji ber bahoza tozê ya li Dêra Zorê, çekdarên DAIŞê keysa xwe ji vê rewşê tînin û dest bi êrîşan dikin.