Bûyerpress
Duh Înê gundên Dêr Belût û Çelemê, her wiha girên Bihar û Bextyar ên navçeya Cendrêsa Efrînê bûn armancên topbarana topên artêşa Tirkiyê û ji aliyê xwe ve Yekîneyên Parastina Gel bersiv da.
Li gorî ku hat ragihandin, ji bilê gund û girên navborî, 2 avêjtokên topên Tirkiyê li gundê Îska yê girêdayî navçeya Şêrawa ket.
Ji encama wê topbaranê, tenê ziyanên madî gihiştine mulk û samanên welatiyan.