Bûyerpress
Di çarçoveya çalakiyên leşkerî yên Helmeta Bahoza Cizîrê de, 5 fermandarên DAIŞê tevlî malbatên xwe, xwe radestî Yekîneyên Antî Teror (YAT) kirin.
Her 5 serçekdarên DAIŞê, ji derveyî Sûryayê ne, yek ji wan Tûnisî ye, her çarên din jî Turkmen in.
Li gorî ku hat ragihandin, ewan serçekdaran tevlî çek û rext û malbatên xwe ber bi bi Yekîneyên Antî Teror ên girêdayî YPGê ve çûne û xwe radest kirine.