Bûyerpress
Encumena Ewlehiya Herêma Kurdistanê îro sibehê daxuyaniyek belav kir, tê de ragihand ku hêzên Iraqî û komikên Heşda Şabî êrîşeke berfireh li ser baregehên Pêşmergeyan ên li ser sînorê Tirkiyê pêk aniye.
Di daxuyaniya xwe de Encumena Ewlehiyê got ku ji demjimêr 6’ê sibeha îro ve, êrîşa komikên Heşda Şabî ji çeperên Zumarê berdewam e.
Di heman daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku çekên giran tên bikaranîn û ev rewş wekî”Rewşeke metirsîdar û şaş” hat binavkirin.