Bûyerpress
Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel li ser rûpela xwe, encamnameya êrîşên Tirkiyê li ser deverên Rojavayê Kurdistanê di van 9 rojên derbasbûyî de eşkere kir.
Di encamnameya YPGê de hat zanîn ku li Kantonên Efrîn û Kobanê zêdetir ji carekê di navbera YPGê û Artêşa Tirkiyê de şer derketiye.
Di encamnameyê de hat ragihandin ku hêzên YPGê 2 çekdarên Tirkiyê kuştine, her wiha erebeyeke doşka, loderek û kamyoneke leşkerên Tirk rûxandine.