Bûyerpress
Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Çarşemê bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku ew pêşinyar dike ku encamên referandoma serbixwebûna Herêma Kurdistanê bêne rawestandin(cemidandin).
Hikûmeta Hêram Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got ku şerê aniha ber bi firehbûnê ve diçe, ji vê yekê ew 3 tiştan pêşinyar dikin:
Rawestandina demildest a teqekirin û hemû cureyên kiryarên leşkerî li Herêma Kurdistanê.
Rawestandin (cemidandina) encama referanduê ku li Kurdistana Iraqê hat encamdan.
Destpêkirina diyalogeke vekirî di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha Destûra Iraqê.