Bûyerpress
Li stasyona Ceferê ya li gundewarê Dêra Zorê, hêzên rêjîma Sûrî û çekdarên DAIŞê di yek demê de êrîşî xalên Hêzên Sûryaya Demoqratîk dikin.
Li gorî ku hat zanîn, piştî êrîşa çekdarên DAIŞê ya li ser stasyonê, êdî hêzên rêjîma Sûrî jî bi tangan, heman xalên HSDê topbaran kirin.
Ji encama şer û pevçûnên ku li stasyonê çêbûn, 4 şervanên HSDê şehîd bûn û hejmarek ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin.