Bûyerpress
Artêşa Tirkiyê gundên rojhilat û rojavayê bajarê Kobanê topbaran kirin û ji hêla xwe ve Yekîneyên Parastina Gel bersiv da û di navbera her duyan de şer derket.
Bi gotina fermandarên YPGê, artêşa Tirkiyê bi çekên giran çeperên YPGê yên li gundê Kosik tobaran kirin û ji aliyê xwe ve YPGê jî erebeyeke leşkerî rûxand.
Li aliyekî din, gundê Aşma yê rojavayê Kobanê jî rastî êrîşa 4 zirxên leşkerî hat û di navbera wan û YPGê de şer derket.