Bûyerpress
Ragihandina Helmeta Bahoza Cizîrê da zanîn ku baregehên Hêzên Sûryaya Demoqatîk li Dêra Zorê, di yek demê de rastî êrîşên hêzên Rêjîma Sûrî û çekdarên DAIŞê hatine.
Li devera Cefra ku xaleke hêzên HSDê li stasyona trênê ye, şerekî dijwar di navbera şervanên HSDê û êrîşkarên DAIŞê de derket û piştî demekê ji şerekî tund, êrîş hat şikandin.
Li aliyekî din û di yek demê de, hêzên rêjîma Sûrî êrîşî xalên HSDê li gundê Cubeyla kir û li gorî agahiyan, hetanî niha şer berdewam e.