Bûyerpress
Duh Duşemê Encumena Niştimaniya Kurd li Sûryayê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Qamişlo xwepêşandanek li dar xist, tê de êrîşên Heşda Şabî li ser deverên Kurdistanî şermezar kir.
Bi amadebûna birek ji serkirdeyên ENKSê û alîgirên wê, li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li taxa Siyahî xwepêşandan bi rê ve çû û diruşmên şermezarkirina êrîşên Heşda Şabî hatin hildan.
Piştî banga Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Berzanî ji bo lidarxistina xwepêşandanan, li gelek bajarên Ewropayê xwepêşandan li dar ketin.