Bûyerpress
Serdozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê der heqê 11 berpirsên Iraqê û Heşda Şabî de,li Dadgeha Hewlêrê gileh tomar kir da ku bêne desteserkirin.
Biryara Serdozgeriya Herêma Kurdistanê piştî wê yekê tê ku Hikûmeta Bexdayê jî li dij çend berpirsên Herêma Kurdistanê fermana desteserkirinê da.
Li gorî ku hat zanîn, di nava 11 navên ku Serdozgeriyê navên wan hildabû, Emîndarê Giştî yê Esa’yîb Ehlu Elheq Qeys Xez’elî, parlamentera Şîe Henan Fetlawî û parlamenterê tirkmen Niyazî Mîmaroglu jî cih digrin.