Bûyerpress
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Hêzên Sûryaya Demoqratîk li devera Siwerê ya li gundewarê Dêra Zorê bi pêş ve çûne û çend gund kontrol kirine.
Li gorî rewangeha navborî, piştî vekêşana çekdarên DAIŞê ji çend gundên Siwerê, şervanên HSDê ew gund kontrol kirine.
Hat zanîn ku li deverên Dêra Zorê êdî rîsipiyên deverê ji çekdarên DAIŞê dixwazin ku xalên kontrola xwe radest bikin, da ku tu sivîl nebe qurbanî.