Bûyerpress
Duh Duşemê artêşa Tirkiyê gundê Îska yê Efrînê bi giranî topbaran kir û nehat zanîn ka çi ziyan gihaye deverê.
Artêşa Tirkiyê ku li gel komikên girêdayî wê li Kelha Sem’anê bi cih in, gundê Îska yê girêdayî navçeya Şêrawa topbaran kir û ji hêla xwe ve şervanên YPGê bersiv da.
Ji çend salan ve ye ku pirî deverên Efrînê ji hêla artêşa Tirkiyê ve tê topbarankirin.