Bûyerpress
Fermandariya Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê, der barê şerê Pirdê de daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku 12 erebeyên Heşda Şabî hatine têkbirin û 150 çekdarên Heşdê hatin kuştin û birîndarkirin.
Li devera Pirdê ya di navbera Hewlêr û Kerkûkê de ku xala Pêşmerge ya herî pêş e, komikên Heşda Şabî êrîş kir û ji encamê şerekî dijawr derket.
Di heman daxuyaniyê de Fermandariya Pêşmergeyan da zanîn ku komikên Heşda Şabî bi çekên Emerîkî êrîş kiriye û piştî şerekî giran, êrîşa wan hat têkşikandin.