Bûyerpress
Wezareta Derve ya Emerîkî bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li deverên Kerkûkê rewşê aram bike û her wiha”Her çi qas hêzên Iraqî Kerkûk kontrol kir jî, lê car dî Kerkûk dimîne ji deverên ku nakokî li serê heye”
Bi rêya daxuyaniyekê Wezareta Derve ya Emerîkî dilgiraniya xwe ji bo tundîtiya li deverên Kurkûkê nîşan da û bang li Bexdayê kir ku li gel hêzên Pêşmergeyan hemahengiyê bikin.
Di daxuyaniya xwe de Wezareta Derve ya Emerîkî got ew ê li gel berpirsyarên Hewlêr û Bexdayê bicivin, da ku hevpeyvînekê li dar bixînin.