Bûyerpress
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî bi rêya peyamekê, bang li revenda Kurdî û miletên cîhanê kir ku xwepêşandanan li dar bixînin, da ku fişarekê li hikûmetên welatên xwe bikin ku rê li ber komkujiya gelê Kurd bigire.
Berzanî di peyama xwe de destnîşan kir ku tenê gunehê miletê Kurd li Herêma Kurdistanê ew e ku bi rengekî aştiyane xwestiye çarenivîsa xwe diyar bike.
Her wiha Berzanî banga li wijdana cîhanê kir ku bêdeng nemîne û ji revenda Kurd a li Ewropa û Emerîka xwest ku çalakiyên aştiyane li dar bixîne.