Bûyerpress
Yekîneyên Parastina Jinê YPJê, ji nava bajarê Reqayê daxuyaniyek xwend, tê de rizgarbûna Reqayê pîroz kir û rola jina şervan di operasyonên leşkerî de anî zimên.
Berpirsyara Bîroya Têkiliyên Giştî ya YPJê Nisrîn Ebdela, li Çerxerêya Ne’îm a li navenda bajarê Reqayê daxuyanî xwend û serkeftina hêzên jin pîroz kir.
Ebdela di daxuyaniyê de da zanîn ku tevlîbûna jinê ji bo şerê Reqayê wekî tolhildana jinên Êzidî bû û ji encamê gelek Êzidiyên dîlgirtî hatin rizgarkirin.