Bûyerpress
Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê, der heqê Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl de biryara desteserkirinê da.
Li gorî daxuyaniyeke berdevkê dadgehê, ji ber ku Kusret Resûl der barê hêzên Iraqî de gotiye dagîrker, fermana desteserkirina wî hat dayîn.
Di dema bûyînên Kerkûkê de, Kusret Resûl daxuyaniyek belav kiribû û tê de hêzên Iraqî û komikên Heşda Şabî bi dagîrkeriyê bi nav kir.