Bûyerpress
Berdevkê Hêzên Sûryaya Demoqratîk Telal Silo, ji nava bajarê Reqayê rizgarbûna tevahiya bajêr ragihand.
Duh Înê û bi rêya konfransekî rojnamevanî, Silo rizgarbûna bajarê Reqayê ji destên rêxistina DAIŞê ya terorîst ragihand û got ku dê bajarê Reqayê ji bo Meclisa Reqayê ya Sivîl were radestkirin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi qasî 4 mehan dirêj kir û li gorî Hevpeymana Navdewletî, 6000 çekdarên DAIŞê di pêngavê de hatin kuştin.