Bûyerpress
Li bajarên Kerkûk û Xaneqînê welatiyên Kurd daketin kolanan û li dij kiryarên Heşda Şabî serî hilda.
Li gorî jêderên xwecihî, komikên Heşda Şabî ji her du bajarên Kerkûk û Xaneqînê vekişiyane û serhildana welatiyên Kurd hêj li dar e.
Serhildana ku derketiye, ji sedema kiryar û bêexalqiya çekdarên Heşda Şabî li hember pîrozmendiyên Kurdan e.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Elebadî daxwaz ji hemî komikên çekdar ên di Kerkûkê de kir ku vekişin (Di nava wan de Heşda Şabî), da ku tenê Artêşa Iraqî û hêzên polîsan bimînin.