Bûyerpress
Der barê bûyînên herî dawî yên li Kerkûkê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Berzanî daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku tişta li Kerkûkê çêbûye, ji sedema biryareke yekalî ku ji hêla aliyekî siyasî yê Kurdî ve bû.
Duh Sêşemê û bi rêya daxuyaniyeke nivîskî, Berzanî got ku vekêşana hêzên pêşmerge ji sedema wê biryara yekalî bû û her wiha got ku hêzên pêşmergeyan vegeriyan sînorê ji beriya 2016’an.
Berzanî di daxuyaniya xwe de bang li miletê Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku ew ê her tiştî bike, da ku destkeftên gel biparêze.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha Bang li Dezgehên Ragihandinê Kir ku Rewşa di Navbera Herêm û Bexdayê de bi Berpirsyarî Bişopînin.