Bûyerpress
Di axaftineke xwe de li ser kenala Iraqî ya fermî, Serokê Iraqê Fu’ad Masûm ragihand ku sedema desteserkirina Kerkûkê ji hêla Artêşa Iraqî ve, referandoma serbixwebûna Kurdistanê bû.
Di heman axaftinê de Masûm got, lidarxistina referandomê hişt ku nakokiyên mezin di navbera Hikûmeta Bexda û Hewlêrê de derkevin.
Her wiha Masûm bang li gelê Kerkûkê kir ku li hember desthilata qanûnê rêzdar bin.