Bûyerpress
Komisyona Bilind a Hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûryayê ragihand ku dergehê tomarkirina namzetên meclisên xwecihî li bajarok, eyalet û bajaran, dê hetanî 31’ê Cotmehê vekirî be.
Bi rêya daxuyaniyekê, Komisyona Bilind ragihand ku nûnergehên wan li Cizîr, Efrîn û Feratê daxwazên namzetan pêşwazî dikin.
Helbijartinên Federaliya Bakurê Sûryayê di qonaxa yekê de ji komînan dest pê bû, û aniha qonaxa hilbijartinên meclisan e.