Bûyerpress
Hêzên Ewlekariya Hundirîn(Asayîşa Rojava) der barê rizgarbûna Reqayê de pîrozbahiyên xwe pêşkêş kirin û got ku aniha pêngava paqijkirinê li dar e.
Bi rêya daxuyaniyekê îro sibehê, Hêzên Asayîşê bang li xelkê Reqayê yê koçber kir ku aniha venegerin nava bajêr, hetanî ku tevahiya bajêr ji mayîn û teqînan were paqijkirin.
Di heman daxuyaniyê de, Hêzên Asayîşê got ku dê vegera li nava Reqayê qedexe be, hetanî ku daxuyaniyeke din ji hêla wan ve derkeve.