Bûyerpress
Berdevka Fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê Cîhan Şêx Ehmed ragihand ku çalakiyên leşkerî li bajarê Reqayê bi dawî bûn, tenê pêngava paqijkirin û lêgerînê maye, da ku rizgarkirina bajêr bi fermî were ragihandin.
Her wiha Şêx Ehmed got ku tevahiya bajarê Reqayê li jêr kontrola hêzên HSDê ye û aniha helmeta paqijkirinê li dar e, da ku mayînên çandî werin pûçkirin û çekdarên DAIŞê yên veşartî werin dîtin.
Duh Sêşemê Hêzên Sûryaya Demoqratîk, Çerxerêya Ne’îm û leyzgeha fotbolê ku dawîtirîn baregehên DAIŞê bûn, rizgar kirin.