Di 6/7/014an de û ji nişka ve, çemê Yangistî li Çînê rengê xwe guhert û sor bû bi rengê xwînê, tiştê hişt ku xelk bitirsin û matmayî bimînin.
Zanyaran heta niha ti şirovekirin ji vê diyardeyê re nedîtine, hemû lêkolînên ku li ser bandorên xuristî ava bûn negihane encaman.
Li gor çavdêran, gemara pîşesaziyê û bandora mirovan li dorhêliyê li holê dimîne, tevî wilo, karên nêçîrê û çûnûhatinê di çem de berdewam in.
Hêjayî gotinê ye ku di navbera her du peravên çem de kargehên cilan û pelan û kompaniyeke rengdana xwarinan hene.