Wêne diyarî ji Dr. Qaniʼ Heqî kurê şêx Ednan Heqî bo malpera Bûyerpress e.
Ji rastê ve: Serokomarê Iraqê Mihemed Fuad Masûm – nivîskarê kurd Kemal Marûf – şêx Ednan Heqî.
Di vê wêneya taybet de Serokomarê Iraqê Mihemed Fuad Masûm û nivîskarê kurd Kemal Marûf û şêx Ednan Heqî xuya dikin dema ku di salên şêstî ji sedsala borî de li beşê kurdî yê radyoya Dengê Qahîra kar dikirin.
Têkiliyeke xurt di navbera şêx Ednan Heqî û serokomar Mihemed Fuad Masûm de heye, şêx Ednan di dîdareke xwe ya ragihandinê de dibêje: ʺMe bi hev re li beşê kurdî yê radyoya Dengê Qahîra kar dikir, dema karê me li wir katjimêrek bû û em diçûne xwendina xwe, Mihemed Fuad Masûm 24 katjimêran kar dikir da ku nûçeyan ji me re ji Erebî wergerîne Kurdîʺ