Saziya Projeya Islamî ya Çavdêriya heyvê got ku îro piştî roj here ava, heyv ji piraniya dewletên Erebî nayê dîtina ne bi çavan û ne bi têlîskoban.Projeya Islamî dibêje ku ew dikarin heyvê bi roj ji kamîreyeke taybet bibînin.
Li gor van agahiyan, dewletên ku dîtina heyvê tenê bi çav dipejirînin, wê cejinê bihêlin roja Sêşemê, ev dewlet jî hindikin.
Ji aliyekî din ve, nerînin tersî vê hene, mamosteyê Felek li zanîngeha Melik Siûd, Zekî Mustefa got:ʺÎro, wê heyv bê dîtin 100%, ji ber mezinbûna wê û asîmanê sayîʺ, ev nerîna karnasê felekî Ebdilezîz Elşemerî jî ye ku ji ArabiyaNet re got:ʺEzmûneya min ya 30 salî tekez dike ku wê çro heyv bê dîtin, ango sibe Duşemê roja cejnê ya yekem eʺ.