Bûyerpress
Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûryaya Demoqratîk Telal Silo ragihand ku operasyonên leşkerî li bajarê Reqayê bi dawî bûn û aniha hêzên HSDê dest bi helmeta paqijkirinê kiriye.
Bi rêya belavokekê li ser rûpela xwe ya fermî, Silo bal kişand ser wê yekê ku di demeke nêzîk de rizgarkirina Reqayê were ragihand.
Pêngava Rizgarkirina Bajarê Reqayê zêdetir ji 4 mehan e ku dest pê bûye.