Zivistanê li zozanan, şeş mehan berf li erdê dimîne.
Terş û tirûşên wan di gova de ne. Gur ji birçîna re bi çola dikevin, tên guhê gundan belkî heywanekî bibînin ko bixwin.
Şevekê pazdeh gur pev ketin û hatin gundekî, di ber xanîkî re derbas bûn, dîtin ko di kulka paş re hilim û bîna pez tê. Rabûn di wê kulkê re xwe avêtin hindir û ketin nav pez. Bi wî pezî ketin û yên kuştin ên xwarin, tev berebat kirin.
Hayê xwediyê pez ji vî tiştî tune. Serê sibê ew û kevaniya xwe rabûn rahiştin hinek rêsî ko li ber pez deynin. Dema deriyê hindir vekirin çi binerin ko pez tev de li erdê ye û pazdeh guran li dîwarê paşî pişt dane hev û çavên wan diçirisînin.
Wek pilingan hêdî derî girtin û kirin hawar li gundiyan û gotin: Mala me xera bû, em talan bûn, guran tiştek di pezê me de nehiştin.
Gundî bi hawara wan ve hatin, dîn tev de rast e. Kalên wan li hev rûniştin ka wê çi bikin, yekî got: Gelî bira gur ketine zefta me ji ber ko dîwarê paşî bilind e nikarin di kulkê re derkevin, de rabin em ê pazdeh kûçkên zozanî yên gurxenîq bînin û bera nav wan bidin.
Rabûn ketin nava gundiyan, kûçkê gurxeniqîn anîn û bera nav wan dan. Kûçik jî li hember wan pazdeh bûn. Li hember hev sekinîn û di bin çavan re li hev dinêrin yek a xwe di yê dî re nabîne ko êrîş bike; ji ber ko yek ne zêdeyî yê din e. Gundî li benda wan in ka dê çi di nav wan de çêbibe. Bi vî rengî ji sibê heya nîro wilo man a xwe di hev de nedîn.
Yekî qereçî hat bûncîkî wî bi dû wî de ye, pirsî: Ka çawa bû?.
Gotin: hê tiştek nebûye.
Yê qereçî got: Wilo nabe divê em gelaciyekê di nav wan de bikin. Rabûn bonciyê xwe di kulkê re avêt nava wan, hema boncî xwe gal kir gurekî, bi yaqê wî girt, vegijgijand û kir şîqeşîq, gur jî bû borebora wî û li ber xwe da, ji nû ve kûçikan êrîşî guran kir.
Her dû jî bi hev ariyan. Demeke pir neçû, kûçikan her pazdeh gur xeniqandin, paşê derî vekirin, laşê her pazdeh guran û laşên pezên mirar bûyî avêtin çolê. Gundî rabûn wek camêran bi qasî pezê wî jê re pere dan hev.
Herwekî Tîrêj gotiye:
Ne ko j’ yê bêguneh kuştin cefa ye
Bizan xwînî silamet naçe gorê
Hezar dost hindik in lê yek neyar e
Ji ber haj xwek mekev wê xefk û torê.
Ev serpêhatî di rojnameya Bûyerpress, hejmara 67′an de hatiye weşandin 15.10.2017