Mirovekî aqiltewş û kawikî hebû, hemî tiştên wî vajî yên xelkê bûn.
Carekê dikir ku ji malê derkeve, deriyê xaniyê wî hişk bûbû û pê re venedibû…Deriyê xênî ji ber kir, derî li milê xwe kir û çû bal ê necar ku deriyê wî çêke…
Dema ku li kolanê dimeşe û derî li milan e, zarokekî ew sekinand û jê pirsî: Tu yê bi kû ve biçî?
Gotê: Ez ê deriyê xwe bibim bal ê necar ku çêbike.
Wî zarokî jê pirsî: Te deriyê malê ji ber kiriye, ma tu natirsî ku diz bikevin xaniyê te?
Ê kawikî ji kena zikopişto bû û rondikên wî ji kena re herikîn, û ji wî zarokî re got: Wê diz çawa derbasî xanî bibin û deriyê xanî bi min re ye?..!!
Ev pêkenok di rojnameya Bûyerpress, hejmara 67′an de hatiye weşandin 15.10.2017