Celal Talebanî, jidayîkbûyî sala 1933’yê ye.
Li devera çiyayê Kusret ku girêdayî şarê Silêmaniyê ye, çavên xwe li jiyanê vekirine.
Li dibistanên Hewlêr û Kerkûkê xwendina xwe ya navîn bi dawî kiriye, paşê di sala 1952’yê de li Bexdayê tevlî kulêja mafnasiyê dibe.
Celal Talebanî, hêj zarok bû, behremendiya wî ji derdorê re diyar dibe.
Ji sedema şarezayî û bîreweriya wî, pêşnavê Mam lê tê kirin, da ku paşê bi “Mam Celal” were naskirin.
Di 14saliya xwe de, anku di 1947’ê de tevlî refên Partiya Demoqrata Kurdistanî dibe û hemî karîn û jêhatên xwe diêxe di xizmeta xebata neteweyî de.
Li nêva refên partiyê, nav û dengê Mam Celal zû belav dibe.
Di sala 1953’yê de wekî sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê tê hilbijartin.
Û tişta herî balkêş jî ew e, dema ku Mam Celal dibe endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistanî, tenê temenê wî 21 sal bû.
Mam Celal ne tenê di milên rêxistinî û siyasî de xebata xwe didomand, lê belê di dawiya salên 50’yan û destpêka salên 60’an de, bû sernivîserê rojnameyên Xebat û Kurdistan.
Di şoreşa Eylûlê de, Mam Celal dibe yek ji serwerên sereke yên şoreşê.
Dema ku Ebduselam Arif bi rêya derbeyeke leşkerî di 63’yê de hat ser desthilata Iraqê, şandeyeke Kurdî bi serokatiya Mam Celal, li gel Ebduselam Arif ket di nava danûstandinan de.
Di sala 1964’ê de, di navbera birek ji endamên partî û Mele Mustefayê Berzanî de nakokî derdikevin, ji vê grûpek bi navê Nivîsgeha Siyasî ya Partiyê, ji partiyê vediqete, di nava wan de Mam Celal jî ji partî cuda dibe.
Piştî qonaxeke dirêj ji bûyîn û qewamên leşkerî û siyasî li Başûrê Kurdistanê, êdî Mam Celal di sala 1975’ê de li Paytexta Sûryayê Şamê, Yekîtî Niştimanî Kurdistanî dadimezrîne û wekî Emîndarê Giştî ji bo Yekîtiyê tê destnîşankirin.
Yekîtî Niştimanî bi serkêşiya Mam Celal, zêdetir ji carekê li hember desthilata Iraqî serî hildida, lê bizav û hewlên wan nedigihan çu encaman.
Hetanî ku di sala 1991’ê de serhildana Kurdistan û Başûrê Iraqê dest pê bû û şerê Xelîc ê duyan jî rawestiya, êdî Hevpeymana Rojava, başûrê Kurdistanê wekî heremeke dijfirînê ragihand û her du partiyên Yekîtî Niştimanî û Partiya Demoqrat birêveberiyeke Hevbeş ji bo birêvebirina Kurdistanê ava kir.
Tevlî nakokiyên navxweyî yên partiyên başûrê Kurdistanê jî, lê her û her der heqê Kurdistaniya deverên Kurdî û berjewendiyên neteweyî de, Mam Celal bi mêranî gotara xwe pêşkêş kiriye û ji doza xwe nehatiye xwarê.
Di sala 2003’yê de êdî Emerîka derbasî Iraqê dibe û qonaxeke nû li temamî deverê dest pê dike…Piştî hilweşandina rêjîma Baasê û di hilbijartinên Iraqa federal ên 2005’ê de, Mam Celal wekî yekem serokê Kurd ji bo Iraqê tê hilbijartin.
Di vê qada nû ya siyasetê de, Serokê Iraqê Mam Celal, bi navbeynkariya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên hêz û pêkhateyên Iraqî, tê naskirin.
Ji sala 2007’an û pê ve, dergehê nexweşiyê li ber Mam Celal vedibe û wî neçarî guhpêdaneke tenduristî dike, lê nexweşiyê nekarî kar û xebatên wî rawestîne û careke din di gera duyam a serokatiyê de, bû serokê Iraqê.
Hetanî ku dema dawiyê nexweşiyê lê zor kir, û di 3’yê meha 10’an, li sala 2017’ê de, li nexweşxaneyeke Berlîna Elmanî dilê wî ji lêdanê rawestiya û navekî nemir û mayînde, di bîrdanka xebat û têkoşîna Kurdewarî de, berz û bilind hêla.
Ev nivîs di qaba rojnameya Bûyerpress, hejmara 67′an de hatiye weşandin 15.10.2017