Narîn Umer
Sitêrname 3
Meryem Xan jina leheng û hêzdar e, ya ku li hember rewişt û yasayên civakê yên şaş û çewt rawestiyaye, û hebûna xwe wekî jineke jîr û zana eşkere kiriye.
Ew li gundê Dêregola Botan ê Bakurê Kurdistanê di sala 1904’ê de ji dayîk bûye.
Bi rastî gelek çîrok li ser jiyana wê têne gotin…hunermend Se’îd Yûsiv dibêje: “Meryem Xan cêriya mala Eliyê Remo bû mezinên êla Çilikên Eliyê Remo û Hevêrkan, û wê sitran li ser wan gotine, û şîna kurê wan Mihemed Selîm bi dengbêjî kiriye.” wî ev gotin ji dayîka xwe bihîstiye.
Hin dibêjin: Ji ber derfetên zor û xirab ew ji cihê xwe koç bûye, li Dimeşqê bi cih bûye, dil ketiye mîrekî Bedirxaniyan, û bi wî re şû kiriye, lê şûkirina wan berdewam nebûye.
Jêderên din dibêjin ku ew ne cêriya mala Eliyê Remo bûye, belê ew xatûna malbata xwe bû, û şîna wê li ser Mihemed Selîm ji ber mirovatiyê bû.
Ji Şamê berê xwe dide Dêrika Hemko û derdorên wê, mîna gundê Indîwerê, piştre berê xwe dide Bexdaya paytexta Îraqê, li ba dotmama xwe Elmas Xan.
Di wê demê de Beşê kurdî di Radyoya Bexdayê de vebûbû, ew tevlî dibe, û sitranan tê de tomar dike heta ku dibe Seroka Beşê Kurdî, nav û dengê wê li hemî dever û hêlên Kurdan belav bû.
Meryem Xan yekemîn dengbêja Kurd e ku bi zaravayê Kurdmancîdengê xwe li ser Qewananê tomar kiriye.
Wê pir xizmet ji folklor û çanda Kurdî re kiriye, sitranên winda û veşartî eşkere û diyar kirine.
Li ser welat, li ser gelê xwe, li ser sirûştê, li ser kesayetên navdar û leheng û li ser jinêsitrandiye.
Bandora wê li guhdaran hebû, ji ber ku wê ji dil û can, ji jan û êşên xwe û ji evîniya xwe ya rast û kûr, distirand.
Dawiya wê:
Mixabin, diyar e ku hestên wê yên nazik û dilê wê yê pak, nekarîbûn barê êş û jana wê hilgirin, ji ber vê yekê nexweşî lê civiyan, can û cendikê wê dorpêç kirin û di gurbûna xortaniyê de li sala 1949’ê li Bexdayê ew bêgiyan hiştin…çirûskên temenê wê vemirandin, lê giyan û dengê wê man nîşanên lehengî û dana wê ya bê hempa.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 67′an de hatiye weşandin 15.10.2017