– Rojnameya Welat ji rojnameyekê zêdetir wekî dibistanekê bû, li wir ez tevlî xebatên zimanî bûm.
– Baweriya min ew e ku di demeke ne dûr de dê yekîtiya Kurdan pêk wer.
– Her nivîskarekî Kurd jî bi kêmanî, bi qasî min welatparêz e.
-Hatina Rojavayê Kurdistanê ji bo min xewnek e, mixabin pêk nehat.
Hevpeyvîn:Ferîd Mîtan
– Destpêkê eger cenabê we ji xwendevanan re xwe bide nasîn…
Bi rastî xwe bi xwe, xwedanasîn karekî zehmet e.
Ez bi xwe ji bajarê Semsûrê me.
Ji bajarê Osmanê Sebrî me û eşîra me jî yek e, eşîra Merdêsiyan. Ez jidayîkbûyê sala 1968’an im.
Ez xwe wekî kedkarekî zimanê Kurdî dibînim.
Di sala 93’yan de min dest bi xebata li nêv çapemeniya Kurdî kiriye, ew jî di rojnameya WELAT de, û ji wê demê û heta niha jî xebatên min li ser zimanê Kurdî berdewam in.
Ez aniha jî Hevserokê Enîstetoya Kurdî ya Stenbolê me, lê mixabin Enîstetoya me ev heye çend meh ji hêla dewletê ve hatiye girtin.
Wekî diyar e, xebatên me zêdetir di biwara fêrkirina rêzimana Kurdî de ne.
– Te dîrok xwendiye û paşê tu tevlî karê rojnamegerî bûyî, ez bawer im her du beş (kêm-zêde) dûrî mijarên zimanasî ne… Te kengê û çawa rêya zimanasiyê şopand û bijartina te jê re sedemên wê çi bûn?
Çîroka xwendina min piçekî tevlîhev e.
Min di 88’an de dest bi xwendina Beşê Dîrokê kir, di 93’yan de min dest jê berda û dewam nekir.
Ji wê demê ve ez li nêv xebatên çapemeniya Kurdî me, hetanî sala 2010’an ji nû ve min dest bi xwendina beşên zimanên Farisî û Kurdî kir û hîn berdewam im.
Wekî Kurdekî dema min rewşa zimanê Kurdî, bindestî û rewşa pişaftina li ser zimên didît, bivê nevê ji bo zimanê Kurdî hezkirinek li nik min çêbû.
Rojnameya Welat ji rojnameyekê zêdetir wekî dibistanekê bû, li wir ez tevlî xebatên zimanî bûm.
– Kesê nivîskar, ta çi astê pêwîstiya wî bi nasîna rêzimanî heye. Di hemî rengên nivîsê de pêwîstî bi rêziman heye yan…?
Dema ku mirov baş bala xwe bidiyê, rêziman, bikaranîna rast a ziman e.
A din jî zanîna tewrî ye.
Ji bo nivîskarekî nasîna rêziman bi awayekî kûr ne pêwîst e.Lê bikaranîna rast pêwîst e ku di nivîsa her mirovekî Kurd de peyda bibe.
– Dema ku lihevkirinek der heqê dariştin û çêkirina zimanekî Kurdî yê standar de çêbibe, li gorî te zaraveyê ku mirov wekî bingeh lê binêre, kîjan zarave ye?
Bi min, mijara zaraveyan mijareke kûr û dûr e.
Yekirina zaraveyan û kolana li rehên zimên ji bo duristkirina zimanekî yekgirtî, karekî dijwar e.
Di bîr û baweriya min de, divê ku serê pêşîn her zaraveyek di nava xwe de yekgirtina xwe pêk bîne, û paşê li gorî çarenûsa gelê Kurd û bi demê re dê zimanekî standart pêk were.
Dibe ku alfabeyeke yekgirtî yan jî rastenivîseke yekgirtî heta astekê pêk were; lê yekbûna rêzimên hinekî dem dixwaze, ji ber ku sîstema her zaraveyekî ji ya din cuda ye, tu nikarî bi hêsanî wan li hev biguncînî.
Li vir bi tenê rêyek dimîne, ew jî ku tu zimanekî çêkirî li ser civakê bisepînî û civak jî vê yekê qebûl nake, ji ber ku zor e.
Kengê dê civak vî zimanê çêkirî qebûl bike? Dema dewleteke Kurdî çêbû, bi rêya perwerdehî û bi darê zorê dê qebûl bike.
– Çêkirina rêziman û ferhengeke Kurdî ya hevbeş pêkan e yan na?
Ferhengeke hevbeş çêdibe, û li gorî min pêwîstiyek e. Lê ji bo wê jî xebateke profosînal û ekîbeke zanyar divên, her wiha zêdetir ji 10 salan dem dixwaze.
Divê ku hemî derfet peyda bibin û ekîba ku li serê kar jî bike, divê ku jê pê ve tu karên din di ber re neke.
Pêdivî bi saziyeke neteweyî ya zimanî heye ku serkêşiya vî karî bike.
Ev yek jî bi yekîtiya Kurdan ve girêdayî ye, lê baweriya min ew e ku di demeke ne dûr de dê yekîtiya Kurdan pêk wer.
– Ji beriya sedsala 20’an çu berhemên rêzimanî li nik Kurdan nebûn. Berhemên kalsîkên me bi hemî beşên xwe ve ta çi astê bi bend û rêzikên ziman re diguncin?
Dema ku mirov berê xwe dide klasîkên Kurdî, mirov dibîne ku di nava wan de jî yekgirtinek pêk hatiye, bi taybetî jî devoka Cizîra Botan.
Gava ku mirov bala xwe bide berhemên klasîk ên ji sedsala 15’an hetanî sedsala 20’an, piraniya berhemên klasîk bi zaraveyê Kurmancî ne.
Îcar di wan berheman de standartbûneke wan a nivîsandinê heye, û zêdetir devoka Cizîrê bingeh hatiye girtin.
Eburehmanê Axtepî ji Amedê bûye, lê dîsa bi devoka Cizîrê nivîsiye.
Dibe ku di warê rêziman de ew hewldanên xurt nebûne, lê di warê bikaranîna zimên de standartek hebû.
– Eger em dîroka edebiyata Kurdî ya nivîskî bi serdeman bidin polandin, serdema ku herî zêde edebiyat tê de geş bûye, kengê bû?
Dema ku herî zêde tê de geş bûye, ji sedsala 16’an hetanî sedsala 19’an e. Ew jî di dema mîrnişînên Kurdan de bû, dema ku desthilatdariya Kurdan li dar bû.
– Di dema îroyîn de bi dehan ji berhemên girêdayî rêziman derketine, li gorî nerîna we, rêgez û qa’îdeyên rêzimanê Kurmancî ji sedî çi qas rûniştine?
Dema ku mirov bala xwe dide berhemên ku derketine, bi awayekî zelal cudahî di navbera wan de xuya dike.
Heta radeyekê Mîr Celadet Bedirxan bingehek daniye, lê yên di dema wî de jî ku di heman barî de kar û xebat kirine, wekî: Kamûran Bedirxan, Osman Sebrî, Qenatê Kurdo,Kemal Badil, Dr.Şivan, Feqe Huseynê Sakinc û gelekên din…her yek ji van zimanzanan bi awayekî bala xwe dayê, hetanî termolojiya wan jî ji hev cuda ye.
Lê ji salên 80’yî û pê de, hin pêşektinên berbiçav der heqê ziman de çêbûn, nemaze li Ewropa û bi taybet xebatên Enîstetoya Parîsê.
Piştî Mîr Celadet Bedirxan, devera ku herî zêde min sûd jê wergirtiye Enîstetoya Parîsê ye.
Di salên 90’î de jî bi berfirehî xebatên zimên li Bakurê Kurdistanê dest pê bûn, Bakurê Kurdistanê bandora xwe li Rojavayê Kurdistanê jî kir.
Her çi qas ku yekgirtinek çêbûye jî, lê car dî gelek cudahî der barê termolojî û ravekirinê de hene.
– Te gotibû ku “Nivîskarên Kurd hêvî û daxwazên miletê xwe li ber çavan negirtine, ji vê yekê milet jî berhemên wan naxwîne“. Çi ji nivîskarê Kurd tê xwestin, an jî civaka Kurd çi dixwaze?
Mirov nikare vê nirxandinê ji bo hemî nivîskaran bibêje, gelek ji wan hene pêdivî û daxwazên gel li ber çavan girtine, berhem dane û didin jî.
Her nivîskarekî Kurd bi kêmanî, bi qasî min welatparêz e.
Lê dema mirov wê pirsê bike, gelo çima berhemên Kurdî nayên xwendin?
Dibe ku ew berhem nayên xwendin ji ber ku taybetên ziman û civaka Kurdî baş bi dest nexistibin.
Pirsgirêkeke din jî heye ku nivîskarê Kurd ji zimanê serdestê xwe pê ve zimanekî din nizane, divê ku herî kêm kesê nivîskar bi zimanekî cîhanî zanibe da ku edebiyata cîhanî baş binase.
– Ji salên 90’î ve tu bi karê rojnamegerî ve mijûl î. Derveyî babetên zimanî, rojnamegeriya Kurdî çi qasê kariye bi pîşekarî û li gor bend û pîvanên durist tev bigere?
Mixabin di vî warî de kêmasî gelek in, ji ber ku rojnamegerî û çapemeniya Kurdî bi aboriyê ve girêdayî ne û jixwe kesê sermayedar berê rojnamegeriyê destnîşan dike.
Li hemî welatên Rojhilat, desthilatdarî derfetê nade ku kesê rojnameger bi azadî tev bigere.
Mixabin, ragihandina me Kurdan ragihandineke hizbî ye.
Rêxistinên Kurdan dezgehên ragihandinê ava kirine, û karmendên wan dezgehan jî endamên heman rêxistinê ne.
Bi tenê dikarim bibêjim ku li nêv Kurdan ji medyaya civakî pê ve tu ragihandina azad tune ne.
Lê car dî hin hewildan hene.
– Rojnamegeriya Kurdî ta çi astê xwedî bandor e di warên lipêşxistin û geşkirina zimên de, eynî wê di kuştina ziman de?
Çapemeniya Kurdî ku weşana xwe bi Kurdî dike, helbet xidmeteke baş ji bo zimanê Kurdî dike.Zimanê nivîskî zimanekî bi rêk û pêk û bi pergal e.
Aniha her ku diçe, form û şayesên biyanî dikevin di devoka Kurdî de, lê zimanê nivîskî reseniya zimanê Kurdî diparêze.
Jixwe 3 rêyên serke hene ku dihêlin zimanê nivîskî di civakê de bi cihe bibe: yek perwerdehî ye, ya din wêjekarî ye û ya sêyan jî ragihandin e.
Di warê kuştina ziman de, mixabin gelek caran berhemên nivîskarên me hişmendiya çanda serdestan tê de li kar e, anku wekî wergerê ye.Bi zimanekî din difikirin û bi Kurdî dinivîsin.
Wekî din jî, saziyên Kurdî yên ku weşana xwe bi zimanê serdestan dikin, xizmeta pişaftina zimanê Kurdî dikin.
– Tu çawa li xebatên rojnamgerî û wêjeyî ku li Rojavayê Kurdistanê dibin, dinêrî?
Xebateke wêjeyî ya baş li Rojava dibe, her diçe geş dibe.
Helbet kêmasî jî hene, lê car dî hewldan hene ji bo geşkirina wêjeya Kurdî.
Jixwe Rojava di rewşa dorpêçê de ye û derfet nîne ku em xwe bigihînin wir, ji vê yekê mirov nikare bi kûrahî nirxandinên xwe bike.
Hin nivîskarên Rojava hene wekî nivîskarên Bakur tên hesibandin, ji ber ku sînorê herî destçêkirî, sînorê di navbera Rojava û Bakur de ye.
Tu ferq di navbera Qamişlo û Nisêbînê de nîne…
Nivîskarên wekî Helîm Yûsiv û Jan Dot, em wan wekî Rojavayî nabînin, em li wan dinihêrin wekî ku Bakurî bin.
Helîm û Jan nûnerên rojnameyên Welat û Azadiya Welat li Rojava bûn.
Jixwe min dixwest ez werim Rojavayê Kurdistanê, lê ev nêzîkî 10 salan e ku dewleta Turkyê derketina min ji bo derveyî welat qedexe kiriye, paspora min tune ye.
– Der heqê guhertin û bûyînên ku aniha li Rojavayê Kurdistanê dibin, hûn çi dibêjin?
Şoreşa Rojava hêviya me gişan e.Pirsgirêka herî mezin ew e ku li nêv Kurdan bi xwe de yekgirtineke nîne.
Divê ku Kurd li ser erdê li hev werin.
– Di jiyana xwe de tu li tiştekî poşman bûyî, yan jî tiştek di dilê te de ma û te nekir?
Ez dibêjim qey tiştên ku min dixwestin min kirin.
Li nêv hevalên xwe ez têm naskirin ku zêde kêfçî me.
Ez her tişta bi dilê xwe dikim, ji bo wê yekê jî min pir zêde guh nedaye bend û qeydan.
Hatina Rojavayê Kurdistanê ji bo min xewnek e, mixabin pêk nehat.
– Gotinên wekî : Semsûr, zimanê Kurdî, perwerde, reh û damarên zimanan…ji bo te çi ne?
Semsûr cih û warê min e, ji bo min cihekî taybet e. Lê mixabin ez bi rewşa wê ya îro ne qayîl im, cihê mixabiniyê ye..
Zimanê Kurdî can û ruhê min bi xwe ye. Wekî ku Celadet Bedirxan dibêje” Zimanên din cil û bergên me ne, lê zimanê me çermê me ye”
Ez bi çar zimanan dizanim, lê zimanê Kurdî taybetiyeke xwe heye.
– Aniha her zimanek taybetmendiyên xwe hene, navnîşana zimanê Kurdî çi ye?
Ji aliyê rêziman ve tu lê binêrî, navnîşana zimanê Kurdî ergatîvî ye.
Lê wekî din, zargotin û edebiyata devkî navnîşana Kurdî ye.
Ev her du taybetî, ruhê zimanê Kurdî pêk tîne.
Gotina Dawî…
Ez gelek kêfxweş bûm bi vê suhbetê, ku min karî dengê xwe bigihînim Rojavayê Kurdistanê.
Sipasiya te dikim, gelekî kêfxweş bûm.
Jiyaneke bextewar û azad ji hemî gelên Rojava re dixwazim.
Ev hevpeyvîn di rojnameya Bûyerpress, hejmara 67′an de hatiye weşandin 15.10.2017