İnçil Selçuk
Tirkiye hewldanan bo dagirkirina Efrînê dike! Diyar e ku dagirkerên kurdistanê ji dîrokê qet ders nehilanîne; ger ders ji dîroka dagirkeriya xwe hilanîbûna, dê zanîbûna ku Kurdistanê tu zemanan dagirkerî qebûl nekiriye û nake. Rastiya vê yekê jî di sedsala bihûrî de hate dîtin.
Hêzên serdest ên dinyayê, Kurdistan kir çar perçe, da bi rihetî bête daqurtandin. Lê rastiya dîrokê û Kurdan da nîşandan ku her perçeyek di zikê dagirkerê xwe de bû penceşêrek û dagirkerê axa xwe hêdî hêdî, her roj dikuje. Di vê çerçeveyê de Tirkiye jî ber bi mirinê ve diçe.
Dewleta Tirk ev dused sal in li bakurê kurdistanê li ser serê Kurdan serdest û desthilatdar e, taybetî piştî avakirina Komara Tirkiyê, jiyana Kurdan a li vî perçeyê ji halê koletiyê wêdetir derbas nebûye.
Her cara ku Kurdan doza mafê xwe kiribe, ji aliyê dewlet Tirk ve rastî qirkirin, lêdan, sirgûn û zindanîkirinê hatine.
Her wiha dewleta Tirkiyê ne tenê dijminatiya Kurdên bakur kiriye, di her fersendê de xwestiye êrîşî perçeyên Kurdistanê yên din jî bike. Lê ji ber serhildan û berxwedanên li bakur, Tirkiyê fersend nedîtiye ku êrîşî perçeyên kurdistanê yên din bike û bi yekser dagir bike.
Serfermandarekî Tirk di axaftineke xwe ya berî çend heyvan de digot ku “Ger serhildana Şêx Se’îd nebûya dê îro Mûsil û Kerkuk jî di bin hîmayeya me de buyana…” hwd.
Ev axaftinên wan lixwemikurhatina daxwaza dagirkirina perçeyên Kurdistanê yên din û neçariya wan a li hember serhildanên Kurdan in. Divê em rastiyekê jî bînin ziman ku tirkan li ser axa me ne bi jêhatî û qehremaniya xwe bi sedan salan desthilatdariya xwe meşandiye. Mixabin, û sed mixabin dagirkerî û desthilatdariya tirkan a li ser axa Kurdistanê ji despêkê heta roja îro jî bi alîkariya hinek Kurdan pêk hatiye. Heke hinek Kurd nebin alîgirê dewleta Tirkiyê û jê re piştevaniyê nekin, ew bi yek gavê nikare di axa Kurdistanê de bimîne û bijî, lê mixabin hîna jî gelek eşîrên Kurd destebirakê wan in.
Lê divê Tirkiye ji bîr neke ku Rojhilata navîn “Ew hewş e, lê êdî ne ew rewş e” , hevkarê Tirkan ê sereke Seddamê ku xwîna bi sedhezaran kurdan vexwaribû hate sekitandin.
Beşar Esadê ku nasnameyek jî layiqê Kurdan nedidît, her tim bi daxwaza dilê Tirkiyê tev digeriya û Kurd diperçiqandin, ew jî êdî ji hêz ketiye. Başur ber bi Serxwebûnê ve ye, li Rojava jî Kurdistaneke xweser tête avakirin. Li Bakur ji xwe ev zêdeyî çil salan e ku Kurd ji bo xweseriya xwe li ber xwe didin, gehiştine asteke wusa ku êdî bi tu awayî serdestiya Tirk qebûl nakin, û şer dikin.
Helbet van rûdanan Erdoxanê ku digot: “Kurd li ser heyvê jî Dewletekê ava bikin em ê asteng bikin, em desturê nadin ku Kurd li Rojava bibin xwedî hêz…” har û dîn kir. Bi vê yeke ji bo pêşî lê girtina destkeftiyên li Rojava Tirkiye kete nava hewldanan. Ji hevkariya çeteyan bigire heta bi dewletan û taybetî hevkariya Tirkiyê ya bi DAİŞê re ku îro ji aliyê hemû dinyayê ve tête zanîn li ser bingeha dijminatiya Kurdan pêk dikin.
Lê Kurdan jî di pêvajoya berxwedana Kobanê de, da nîşandan ku êdî Kurdên perçeyekê li hember êrîşî li ser perçeyekî din qebûl nakin.
Tişta sereke ku îro ji Efrînê re lazim e, ruhê yekitiyê ye, ku her çar perçeyên Kurdistanê bertekê xwe nîşan bidin.
Divê neyarên Kurdan zanibin ku li hember êrîşan Kurd yek in.
Di dema berxwedana Kobanê de piştgiriya Pêşmergeyên Başur bandoreke mezin li ser DAİŞê kir û di zûtirîn dem de şikest. Em baş dizanin hêza ku li Kobanê DAİŞ şikênand ne tenê 150 Pêşmergeyên ji Başûr hatibûn, lê bi vê gava yekitiyê, hem hêzek da Kurdan hem jî movika pişta neyarê wan şikand.
Lewra bertekên Başûr û Bakur bê goman dê ji bo Efrînê diyar bin. Ya herî mûhîm jî ew e ku li kolanên Efrînê ruhê neteweyî olan dide, ev ruh bi tena serê xwe jî dikare Efrînê biparêze.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 67′an de hatiye weşandin 15.10.2017