Idrîs Hiso
Roj li pê rojê, em nêzîkî 25’ê meha Êlûnê dibin, roja referandomê ji bo miletê kurdistanê da ku biryara xwe li ser serxwebûna başûrê kurdistanê bide.
Referandom û mafê çarenivîsî, yek ji mafên sereke yên miletên cîhanê ye.
Ji sala 1992’ê ve, beşekî mezin ji Başûrê Kurdistanê bi şêweyekî ji şêweyan serbixwe ye.
Lê bi biryara encamdana referandomê li seranserî Herêma Kurdistanê, wate ew e ku li her çar parêzgehên herêmê (Duhok, Silêmanî, Helebçe û Hewlêra Paytext) e, her wiha li deverên nakokî li ser wan heye, wekî:Kerkûk, Şengal, Zumar û heta bi Xaniqîn û Mendilî …
Careke din dijminên mafê Kurdan li ser dijayetiya mafên rewa yên miletê Kurdistanê bûn yek.
Tirkiyê ragihand ku niha dem ne dema referandomê ye û ev biryareke şaş û hele ye, ev jî ji ber wê yekê ye ku Tirkiyê baş dizane heger Başûrê Kurdistanê gavên xwe ber bi serxwebûnê ve biavêje, dê ev yek wî hestê neteweyî di nava Kurdên Bakur de jî gurtir bike; divê Tirkiyê mecbûr siyaseta xwe li beramber Kurdan biguhere, lewma heta ku Kurd piştî sed salên din jî behsa referandomê bikin, dê Tirkiyê bêje dem ne dema referandomê ye.
Ji aliyê xwe ve hikûmeta Iraqê ku bi destên Şî’eyan tê birêvebirin û Îran jî ji niha ve gefan li herêma Kurdistanê dixwe û hêzên terorîst ên mîna Heşda Şabî ji bo şerê li dijî Kurdan amade dikin…wekî çawa destên wan di cînosayda Kurdên Êzidî de hebû ji bo çavên xelkên Kurdistanê ji serxwebûnê bişkînin.
Ji hêleke din ve, hikûmeta Sûryayê û opozisyona wê ku niha cengeke şêt li ser wê xakê dikin û ew welat kirine çemê xwînê û dikin hevdu biqlînin, di dijayetiya mafê gelê Kurdistanê de yek in.
Lewma Tirkî û Îran ji bo ku astengiyan li pêşiya referandomê derxînin hemû şiyanên xwe bi kar anîne, ji ber vê yekê jî em dikarin bêjin Tirkî û Îran alav û pîlanên xwe di nava û dervî Herêma Kurdistanê de bi kar tînin û hewl didin ku referandomê bi bin bixin.
Di baweriya min de gel û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê bi hemû hêzên xwe yên sereke ve gihane wê baweriyê ku bi tenê referandom çare ye ku gelê kurd bi îradeya xwe ya azad biryara xwe bide li ser mafê serxwebûnê, her wiha serkirdeyên hêzên sereke li herêma kurdistanê baş dizanin ku serok Berzanî di vê qonaxê de dikare vê daxwaza gelê Kurdsitanê bighîne navendên biryara cîhanî, ji aliyekî din ve tiştê diyar ew e ku welatên zilhêz ên wekî Emerîka, Rûsya û Yekîtiya Ewropa dê li dijî serxwebûna Kurdistanê dernekevin.
Tevî pirsgirêkên navxweyî yên herêma Kurdistanê wekî karkirina parlementoyê û bidawîbûna dema destûrî ya serokê herêmê, lê ev pirsgirêk dê nebin rêgir ji bo pêkanîna referandomê, lê ev nayê wateya wê yekê ku pêwîstiya gelê Kurdistanê bi sazanê ve nîne, belku sazan di vê demê de dergehê felatê ye ji bo gelê Kurdistanê.
Ji bo sazan pêk bê, helbet divê pêkhateyên Kurdistanê yên mîna Turkimen, Ermenî, Aşûrî û hemû neteweyên mafên wan were parastin, ji aliyekî din ve divê hemû tayîfeyên olî hest bi aramî û parastinê bikin, li ser serê wan Kurdên Êzidî.
Li gorî boçûna min, zemîna xalên jorîn li Herêma Kurdistanê peyda dibe û derfet heye jî ku hîna ji wilê bêhtir werin bihêzkirin û pêşvexistin, lewma wê li ser vê zemînê û di demek nêzîk ne dûr de jidayikbûna dewleteke nû li Rojhilata Navîn were ragihandin… ew jî dê Kurdistana serbixwe be.
Kurdistana serbixwe dê bibe piştevanê Rojavayê Kurdistanê, bi taybet dema Rêveberiya Rojava karibe hemû hêzên Kurdî li nav xwe bigire, dest ji siyaseta xwe ya tund û takalî berde û bikaribe bi bernameyeke ron û zelal hemû mafên gelên Rojava bide diyarkirin û parastin, wê demê dê rewşa Kurdên Rojhilat û Bakur bi başî gelekî bê guhertin û dê dem bi rastî bibe çerx û dema Kurdan.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 67′an de hatiye weşandin 15.10.2017