Bûyerpress
Duh Duşemê hêzên Artêşa Iraqî bi hevkariya li gel komikên Heşda Şabî derbasî navenda bajarê Kerkûkê bûn û tevahiya bajêr dagîr kirin.
Li çend eniyên bajarê Kerkûkê şerên biçûk derketin, lê hêj amareke fermî der barê hejmara kuştî û şehîdan de derneketiye.
Ji milê xwe ve Fermandariya Pêşmerge girûpeke Yekîtî Niştimanî Kurdistan bi firotina Kerkûkê tawanbar kir û soz da ku dê Bexda baceke mezin bide.