Bûyerpress
Ajansa Royterzê ya Nûçeyan ragihand ku piştî vekêşana Hêzên Pêşmergeyan ji bajarê Şengalê, komikên girêdayî Heşda Şabî bajarê Şengalê dagîr kirine.
Li gorî heman ajansê, şeva çûyî di derengî şevê de hêzên Pêşmerge ji Şengalê vekişiyane, li şûna wan komikên girêdayî Heşda Şabî bi cih bûne.
Hat ragihandin ku komikên girêdayî Heşda Şabî bi navê Hêza Laleşê tê naskirin û aniha li navenda bajarê Şengalê ne.