Bûyerpress
Hêzên rêjîma Sûrî li gundewarê Dêra Zorê baregehên Hêzên Sûryaya Demoqratîk topbaran kirin, ji encamê 4 şervan birîndar bûn.
Li gorî ku hat ragihandin, duh Duşemê li nêzîkî kargeha şekir ku dikeve bakurê bajarê Reqayê, hêzên rêjîma Sûrî baregehên HSDê topbaran kirin.
Ji aliyê xwe ve şervanên Hêzên Sûryaya Demoqratîk bersiva jêderên topbaranê da û aniha şer rawestiyaye.