Bûyerpress
Fermandariya Hêzên Sûryaya Demoqratîk ragihand ku hêzên wê li bajarê Reqayê Çerxerêya Ne’îm û gelek xalên din rizgar kirine.
Di çarçoveya pêngava dawî de ji şerê rizgarkirina bajarê Reqayê, hêzên HSDê duh Duşemê li navenda bajarê Reqayê Çerxerêya Ne’îm ji dest çekdarên DAIŞê derxist.
Çekdarên DAIŞê tenê li dora Nexweşxaneya Niştimanî û leyzgeha fotbolê li ber xwe didin û tê pêşbînkirin ku di van her du rojan de tevahiya Reqayê were rizgarkirin.