Bûyerpress
Piştî bidawîhatina moleta Hikûmeta Iraqî ku ji Hêzên Pêşmergeyan xwestibû hin deverên Kerkûkê tevlî zeviyên petrolê vala bikin, Hêzên Pêşmergeyan hebûna xwe li Kerkûkê xurtir dikin û li çeperên pêş bi cih dibin.
Berpirsyarekî Encumena Ewlehiya Herêma Kurdistanê ragihand ku komikên Heşda Şabî şeva çûyî ji wan xwestibû ku Xaçerêya Xalid vala bikin, lê Pêşmergeyan ev yek red kir.
Ji aliyê xwe ve Emerîkayê ragihand ku ew vê rewşa hestyar bi baldarî dişopînin û der barê paydakirina çareseriyekê de, ew dixebitin.