Bûyerpress
Rêjîma Sûrî duh Şemiyê ji hêzên Tirkî xwest ku di cî de ji parêzgeha Idlibê vekêşin.
Li gorî ajansa rêjîma Sûrî ya fermî, rêjîma Sûrî bi rêya daxuyaniyekê ji hêzên Tirkî yên li Idlibê xwest ku ji bêyî tu mercan ji Idlibê vekêşin, û got ku belavbûna hêzên Tirkî li deverê, dijminatî ye.
Di daxuyaniya xwe de rêjîma Sûrî got ku belavbûna hêzên Tirkî li deverê têkiliya xwe bi danûstandinên Asîtan re nîne, lê belê li gorî rêkeftina wan, ev yek binpêkirin e.