Bûyerpress
Li taxên Kurdan û Bedû yên ku li navenda bajarê Reqayê ne, di navbera şervanên Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên DAIŞê de şer berdewam e.
Ragihandina Helmeta Hêrsa Feratê ragihand ku ji encamê şerê li taxên navenda bajarê Reqayê, du şervanên HSDê şehîd bûn û 16 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Tê bêşbînkirina ku di van her du rojan de, rizgarbûna tevahiya bajarê Reqayê were ragihandin.