Bûyerpress
Rîsipî û serokêlên bajarê Reqayê ragihand ku piştî bang û navbeynkariyekê ji hêla wan ve der barê vekêşana çekdarên DAIŞê yên xwecihî de, Hêzên Sûryaya Demoqratîk xwesteka wan erê kir.
Bi rêya daxuyaniyekê duh Şemiyê, rîsipiyên bajarê Reqayê ragihand ku ew aniha li ser çawaniya derxistina çekdarên xwecihî yên DAIŞê ji nava Reqayê, kar dikin, da ku jiyana sivîlên dorpêçkirî were parastin.
Di dawiya daxuyaniyê de rîsipiyên Reqayê tekezî li ser wê yekê kir ku dê bi awayekî bi rêk û pêk pêvajoya vekêşanê pêk were, her wiha sipasiyên xwe ji bo Hêzên Sûryaya Demoqratîk pêşkêş kirin.