Bûyerpress
Wezîrê Berevaniya Emerîkayê Cîmis Matîs ragihand ku ew rewşa Kerkûkê bi baldarî dişopînin û her wiha got ku ew ê rê nedin tu aloziyek rû bide.
Bi rêya daxuyaniyekê, Matîs got ku Washington çavdêriya rewşa Kerkûkê dike û ji bo peydakirina çareseriyekê dixebite.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku hêzên Iraqî û Heşda Şabî li dorhêla bajarê Kerkûkê kom bûne, ji vê yekê Hêzên Pêşmergeyan jî ketine amadebaşiyê.