Bûyerpress
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo tunekirina aloziyên darayî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, destpêşxeriyek pêşkêşî Heyder Elebadî kir.
Di destpêşxeriya xwe de, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî doz ji Bexdayê kiriye ku Hikmûeta Iraqî tevahiya mûçeyên karmedên Herêma Kurdistanê bide.
Her wiha di destpêşxeriyê de hatiye ku divê Bexda ji tevahiya petrola Iraqê 17% bide Herêma Kurdistanê û rê li ber kampanyayên biyanî yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin, negire.