Bûyerpress
Bi dilekî xemgîn û xembar, Dezgeha Bûyer a Ragihandinê nûçeya şehîdbûna nûçegihana Ajansa Hawarê “Dilîşan Îbiş” bihîst, ew jî di teqîneke terorîst de ku ji hêla DAIŞê ve roja Pêncşemê li nêva kerwanekî koçberan li gundewarê Dêra Zorê, hatibû pêkanîn.
Şehîdîbûna Îbiş û birîndarbûna “Rizgar Denîz” û “Hogir Mihemed”, di dema romalkirina gihaştina kerwanê koçberan ji bo deverên kontrola HSDê de, hat.
Em li Dezgeha Bûyer a Ragihandinê di demekê de ku bi şehadeta “Îbiş” behîdariya xwe dikin, em ji malbata Ajansa Hawarê, hemî rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê û mlabata şehîd re sersaxiyê dixwazin û hêvîdar in ku Yezdan hêminî û aramiyê bike para wan.
Her wiha Dezgeha Bûyer ji her du nûçegihanên Hawarê “Rizgar Deniz” û “Hogir Mihemed” re saxlemiyê dixwaze û hêviya me ew e ku careke din her du heval şopa xwe li ser rêya pakrewanên gotina rastiyê bidomînin, da ku bi awayekî zelal rastiyê veguhêzin.